Mesrûr Barzanî: Em li dijî hewlên dabeşkirina Herêma Kurdistanê radiwestin

Hewlêr-KDP.info: îro 14ê Mijdara 2026an, Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, qonaxa duyem a projeya Kembera Kesk a Hewlêrê dest pê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma destpêkirina qonaxa duyem de, gotarek pêşkêş kir û ragihand, di vê qonaxê de zêdetirî milyonek û 800 hezar şitil tên çandin.
Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Birêz û amadebûyên hêja,
Spasiya amadebûna we dikim ku hûn îro ligel me ne ji bo beşa duyem a Kembera Kesk û çandina zêdetirî milyonek û 800 hezar şitilan; ev yek dibe beşeke din ji wê pêvajoyê ji bo keskkirina derdora Hewlêrê û bajarê me, da ku em bikaribin, çi ji destê me bê ji bo başkirina keşûhewayê û çandina dar û daristanan, berdewam bin.
Ev hewleke gelekî pîroz e, karekî gelekî baş e ku dikare ji gelek aliyan ve sûdê bigihîne welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji aliyekî ve, çandina dar û daristanan ji aliyê jîngehê ve tiştekî girîng e ku dikare jîngehê biparêze, keşûhewayê baştir û paqijtir bike, bibe cihek ji bo bêhnvedana xelkê di keşûhewayeke guncawtir de û jîngeheke baştir ji bo me dabîn bike.
Ji aliyekî din ve, ji aliyê derfetên kar ve gelek kes dikarin li vir kar bikin û gelek ji wan şitil û darên ku li vir tên çandin berhemdar in; lewma ji aliyê xwarinê ve jî dikare sûd ji wan bê wergirtin û dikarin kargehên berhemanîna zeyta zeytûnê tê de bên avakirin ku ew jî dîsa bikevin xizmeta xelkê Kurdistanê.
Tiştê cihê dilxweşiyê ye ew e ku ez dibînim çawa Pêşmergeyên me yên qehreman di eniyên şer de berevaniyê li welatê me dikin, li xelkê Kurdistanê dikin. Li vir jî mil bi mil ligel xwebexşên xoşewîst, ew li vir in ji bo çandina wan şitilan, ku her wekî min behs kir milyonek û 800 hezar şitilên din in li ser rûberê 100 hezar doniman û ez wisa dizanim sê pond jî di wî rûberî de hene. Ev cihê destxweşiyê ye. Ez daxwazê ji we dikim ku em hemû spasiyeke germ a wan xwişk û birayên Pêşmerge û xwebexşan bikin û destxweşiyê li wan bikin. Gelek gelek spas ji bo we. Ev nîşana niştimanperweriyê ye, dilsozî ye ji bo gel û welatê xwe.
Min cara borî jî di serê destpêkirina vê projeyê de behs kir ku çandina dar û daristanan çiqasî dikare bandorê li ser keşûhewa û jîngeha Kurdistanê çêbike. Hêviya me ew bû ku em bikaribin bi her awayî di wan projeyên ku me dest pê kirine de berdewam bin û bi ti awayî nehêlin kêşe û astengiyên têkdana jîngehê çêbibin. Dema ku ez ji Pîrmamê dihatim xwarê, min gelek caran didît ku di keşûhewaya Hewlêrê de gelek caran dûmaneke zêde heye. Ev berê ji ber wê yekê bû ku gelek ji jeneratoran dema kar dikirin, dûmaneke zêde didan bajêr.
Vê carê jî piştî ku me dest bi çendîn projeyan kir, yek ji wan projeya "Ronakî" bû, da ku em elektrîka 24 demjimêrî berhem bînin û bikeve xizmeta hemû welatiyan; vê yekê bandoreke mezin li ser paqijkirina keşûhewaya bajarê Hewlêrê û hemû bajarên din ên Kurdistanê çêkir. Ji aliyekî din ve, bi keskkirina bajar û bajarokên xwe û Kurdistana xwe, me dikarîbû dîsa alîkariyeke zêdetir bidin paqijkirina jîngehê ku ji bo tenduristiya welatiyan gelekî pêwîst e.
Mixabin, çawa ku berê hewla birîna daristanan li Herêma Kurdistanê hat dayîn da ku jiyanê li welatiyên Kurdistanê zehmet bikin, niha jî destekî reş dîsa hewla terorkirina Kurdistanê dide, bi wê yekê ku wê jêrxana pêwîst a ku di xizmeta xelkê Kurdistanê de ye jinav bibe. Êrîşkirina li ser Kormorê û lêdana li jêrxana elektrîkê ku elektrîkê ji bo welatiyên Kurdistanê berhem tîne, ev yek tawaneke li dijî hemû xelkê Kurdistanê û hemû xelkê Iraqê ye jî.
Em daxwaz dikin ew lijneya taybet a ku ji bo lêkolînê hatiye danîn, di demeke nêzîk de bigihîje encamekê û hem ew kesên ku tawan kirine û hem jî ew kesên ku li pişt tawanê ne, bên aşkerekirin, radestî dadgehê bên kirin û bigihîjin cezayê xwe yê yasayî. Ev yek tawan e li dijî xelkekî bêguneh, li dijî hemû xelkê Kurdistanê û bi ti awayî nabe ev cure tawan bên qebûlkirin. Daxwaza me ew e ku her çi pêwîst be da ku em bikaribin alîkariya van cure lêkolînan bikin, me amadehiya xwe nîşan daye û ji bo vê yekê jî em ligel Hikûmeta Federal li ser xetê ne û bi berdewamî diaxivin.
Ji aliyekî din ve gelî birêzan, ez dixwazim wê yekê bibêjim ku parastina qewareya Herêma Kurdistanê û avadankirina Herêma Kurdistanê erkekî niştimanî yê me hemûyan e. Ji aliyekî ve em hewl didin rojane projeyan ava bikin da ku jiyana xelkê bextewar be û em alîkariya xelkê bikin. Ji aliyekî din ve em ji ti tiştî xwe nadin paş da ku qewareya Herêma Kurdistanê biparêzin û rê li ber dabeşkirina qewareya Herêma Kurdistanê bigirin.
Bi hemû hewl û şiyana xwe, bi piştevaniya Xwedayê mezin û xelkê dilsoz û niştimanperwer ê Kurdistanê, em ê rûbirûyî her helmeteke ku Herêma Kurdistanê dabeş bike yan jî lawaz bike, bibin. Berê kêmkirina sînor û rûberê Kurdistanê û guhertina demografî li Kurdistanê wekî siyasetekê ji aliyê rejîmên berê ve dihat meşandin. Niha jî bi her awayî be hewl didin ku Herêma Kurdistanê bê lawazkirin yan jî welatê me ji vê zêdetir bê dabeşkirin. Bi rastî daxwaza min ji hemû xelkê Kurdistanê ew e, û ez piştrast im jî ku her Kurdek, her Kurdistaniyekî ku dilsoz û niştimanperwer be, dê li hember wê helmeta ku dixwazin Herêma Kurdistanê dabeş bikin, raweste.
Em ê bi hemû şiyana xwe di xizmeta we de bin, em ê berdewam bin ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariya zêdetir, ji bo keskkirina Kurdistanê, ji bo afirandina keşûhewayeke guncawtir, ji bo gihandina xizmetguzariyê bo welatiyan, û her tiştê ku ji destê me bê di hikûmeta me de da ku em bikaribin berdewam bin, em ê bêguman kêmasiyê nekin.
Ez ji vir spasiya Hikûmeta Yûnanistanê û birêz Konsulê Giştî yê Yûnanistanê jî dikim ku nûnertiya welatê xwe dike, ku alîkariya vê projeyê kirine û ew şitil ji welatê Yûnanistanê bo Hewlêrê hatine hawirdekirin, da ku em bikaribin li vir vê projeyê bi serkeftî temam bikin. Spasiya kompanyaya "Doskî Holdîng"ê jî dikim ku erkê cîbicîkirina vê projeyê di destê wan de ye û destxweşiyê li wan dikim.
Hêvîdar im hemû sermayedar, bazirgan û ew kesên ku şiyana darayî û derfeta wan heye ku van cure projeyan cîbicî bikin, bên pêş; Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê alîkarê wan be, dê hêsankariyê ji bo wan bike; ne tenê ji bo van cure projeyan, lê her projeyeke din a ku di xizmeta welatiyên Kurdistanê de be, em ê piştgiriya wê bikin, hêsankariyê jê re bikin, alîkariya wan jî bikin û destxweşiyê jî li wan bikin.
Hêvîdar im nimûneyên wiha zêde bin, înşallah Kurdistana me roj bi roj ber bi pêş ve biçe, avadantir be, kesktir be, xelkê me bextewartir bin û selamettir bin û Kurdistana me avadantir be.
