Serok Barzanî 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê pîroz dike

Hewlêr-KDP.info: îro Şemiyê, 14ê Mijdara 2026an , Serok Barzanî, li ser hejmara xwe li tora civakî ya "X"ê, peyameke pîrozbahiyê bi boneya 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê belav kir.
Serok Barzanî ragihand: "Di bîranîna 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê de, pîrozbahiyeke germ arasteyî niştecihên birêz û xoşewîst ên wî bajarê dîrokî yê Kurdistanê dikim."
Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir: "Silêmanî ew bajar e ku bûye beşekî girîng ê dîrok, nasname û xebata neteweyî ya gelê Kurdistanê. Ev bajar her dem cihê helqulîna bîr û hestê neteweyî, rewşenbîrî û ferhengê bûye û dê her bimîne."
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de nivîsiye: "Hêviya aramî û asûdeyiyeke berdewam ji bo wî bajarê ezîz ê Kurdistanê dixwazim."
