Mesrûr Barzanî 242 saliya avakirina Silêmaniyê pîroz dike

Hewlêr-KDP.info: îro Şemiyê, 14ê Mijdara 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de, 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê pîroz dike û dibêje: "Salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê, bajarê helmet û qurbanîdanê, li hemû Kurdistaniyekî dilsoz û niştimanperwer pîroz be."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, peyama xwe ya pîrozbahiyê li tora civakî ya "X"ê belav kir û tê de got: "Welatiyên xoşewîst ên Silêmaniyê, hêjayî xizmeta zêdetir, azadî, pêşketin, seqamgirî û aramiyê ne."
