13/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo Mihemedê Hacî Mehmûd

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya dayika Mihemedê Hacî Mehmûd, Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê, peyameke hevxemiyê araste kir û sersaxî li wî û malbata wan kir.

Naveroka Peyama Serok Barzanî :

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz, Mihemedê Hacî Mehmûd

Sekreterê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê.

Bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya xanima (Amîn Hesen Gelalî) dayika we ya birêz gihîşt min.

Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û xizm û kesûkarên we dikim û hevparê xema we me.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ku giyanê xwedêjêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

13ê Mijdara 2026