26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nuceyîfî: mana Malikî li ser desthilatê dê Iraqê ber bi roxanê ve bibe

Çavkanî: KDP.info

Serokê parlîyamenta Iraqê tekezî kir, ku mana Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê di pileya xwe de, dê Iraqê ber bi roxanê ve biçe.


Ajansa nûçeyên "Îxbarîyye" balvkirye, ku Usame Nuceyîfî serokê parlîyamenta Iraqê di nav kongireka rojnamevanî de li bajêrê Mûsilê ragihand, ku vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê bûye pêdivîya biha ya Iraqê.
Serokê parlîyamenta Iraqê tekezî li ser evê çendê jî kir, ku alîyên sîyasî li ser karê xwe bo wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî berdewam in.


Weha jî got, ji niha û pê ve Iraq nikarê li hember qeyranên nû raweste, bi tayebetî niha parlîyamenterên lîsta El-Iraqîyye herdem rastî gefan tên, ji ber ku deng li ser wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî dane".
 

Nûçeyên têkildar