Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Elşer'e rewşa herêmê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info: Îro Çarşem 11/11/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Ehmed Elşer'e, Serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê, li çarçoveya Lûtkeya Avûhewayê li Antalyaya Tirkiyeyê, civînek pêk anîn.
Tê de, têkiliyên Sûriyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşxistin û berfirehkirina warên hevkarî û hevahengiyê, bi awayekî ku di xizmeta berjewendiyên hevbeş de be, hatin gotûbêjkirin.
Derbarê rewşa herêmê de, her du aliyan tekez li ser girîngiya diyalog û rêya aştiyane û dîplomatîk ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan kirin.
Rewşa Kurdan li Sûriyeyê mijareke din a civînê bû. Tê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya parastina mafên Kurdan û misogerkirina wan di destûra Sûriyeyê de kir. Cenabê wan her wiha hêvî xwest ku Serok Elşer'e di pêşerojeke nêzîk de serdana Bexda û Hewlêrê bike.
Çend pirsên din ên cihê girîng û hevbeş, mijareke din a civînê bûn.
