10/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Partiya Demokrasî û Pêşkeftinê ya Tirkiyeyê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşemê, 10ê Mijdara 2026an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Elî Babacan, Serokê Partiya Demokrasî û Pêşkeftinê ya Tirkiyeyê, û şandeya pê re kir.

Di wê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û dawîn pêşhatên herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser girîngiya ewlehî û aramiyê û li ber girtina zimanê diyalogê li herêmê wek bingeha sereke ya vejîn û pêşkeftinê kirin.

Di beşeke din a wê hevdîtinê de jî bal kişandin li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de û pêşvebirina wan têkiliyan di warên cûrbecûr de.