10/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em lêkolînê li ser lehiya Hewlêrê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana avahiya Parêzgeha Hewlêrê kir û ligel Wezîrên Navxwe û Şaredariyan, Parêzgar Umêd Xoşnaw û rêveberên giştî yên parêzgehê civîya.

 Deqa axaftina Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di civînê de:

 Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Birêzan, ji bo amadebûna we gelekî spas.

Di rastiyê de cihê daxê ye ku wê rojê ew bûyera nexwestî bû sedem ku mixabin du kesan canê xwe ji dest da. Ez careke din serxweşiyê li malbatên qurbaniyan dikim, hêvîdar im cihê koçkiriyan bihuşta berîn be, Xwedê sebrê bide malbatên wan û înşallah bibe nexweşiya wan a dawî.

Ez dixwazim spasiya hemû wan aliyên beşdar bikim ku wê rojê bi rastî xîret kirin û beşdar bûn di wê yekê de ku bi hewara xelkê ve biçin û alîkariya xelkê bikin ji bo kêmkirina ziyanan.

Spasiya dezgehên îdarî dikim; parêzgehê û hemû wan aliyên ku beşdar bûn, her wiha dezgehên ewlehiyê. Min bi xwe dît ku Pêşmerge bi kincên leşkerî bi hewara xelkê ve diçû û alîkariya wan dikir. Ev nîşana wê pêwendiya bihêz û xurt e ku Pêşmerge ligel civakê û ligel xelkê bajaran, bi taybetî xelkê bajarê Hewlêrê re heye.

Spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû wan xêrxwazan dikim ku alîkariya xelkê kirine û di pêşkêşkirina alîkariyê de ji bo wan kesên ku zirar dîtine berdewam in.

Me ji zû ve daxwaz kiriye ku lêkolîn li ser sedeman were kirin, da ku em bizanin sedemên sereke çi bûne; heger ji aliyê kesekî ve xemsarî hatibe kirin, wê demê rêkarên pêwîst dê werin girtin. Heger sedem li derveyî desthilata me jî bûbin, divê em wan destnîşan bikin û bizanin ka divê em çawa xwe amade bikin ji bo rêgirtina li ber dubarebûna van cure bûyeran.

Barîna rêjeyeke gelekî zêde ya baranê di demeke pir kurt de, gelek gelek zehmet e ku mirov bikare pêşbînî bike û rê li ber jî bigire. Bajarên mezin ên cîhanê jî tûşî vê rewşê bûne û mixabin li gelek cihan, di welatên pêşketî de jî zirarên gelekî mezintir gihîştine bajarên mezin. Ji ber vê yekê, beşeke mezin a vê rewşê vedigere ser wan karesatên sirûştî yên ku di demeke diyarkirî de bi ser deverekê de tên û tu kes jî nikare rê li ber wan bigire.

Lê em ê çawa xwe biparêzin? Beşeke mezin a vê yekê vedigere ser wê yekê ku xelk rênimayan cidî bigire û guh bidê; divê xelk bixwe bêyî berçavgirtina rênimayan nekeve nav tevgerê û bêyî ku xwedî şarezayî yan pisporiyê bin, nexwazin li derveyî rênimayan tevbigerin û dest bavêjin karên wisa ku xwedê neke hem zirarê bide wan bi xwe û hem jî bide xelkê derdora wan.

Ji aliyekî din ve, beşeke mezin a rewşê vedigere ser nebûna wan derfet û îmkanên ku mixabin ji ber sedemên eşkere yên van salên dawî, me nekariye wekî pêwîst ji bo xizmetkirin û gihandina van kar û xizmetguzariyan ji bo bajarên xwe pêk bînin. Hûn bi xwe jî dizanin sedem pir zêde bûn; wekî derengxistina budceyê, nedana budceyê û mûçeyan, ku bi her awayî zexteke aborî ya gelekî mezin li ser Herêma Kurdistanê çêkiribû. Hikûmeta me ya Herêma Kurdistanê her dem hewl daye bi şêwazê herî baş sûdê ji wan derfetên li ber dest wergire, lêbelê ev di asta armanc û daxwazên me de nebû û mixabin têra hemû karan jî nekir. Lewma beşeke mezin vedigere ser wê pirsê ku em ê çawa bikarin bi van îmkanên kêm ên li ber dest, van kar û xizmetguzariyan encam bidin.

Tevî vê yekê jî karên pir baş hatine kirin. Ez piştrast im ew karên ku berê hatine kirin û bi taybetî ew rêkarên ku ji bo rêgirtina li ber dubarebûna lehiyê li hin beşên bajêr hatine girtin, heger ew rêkar nehatibana girtin, îro dikaribû ev karesat pir pir mezintir bibûya û ziyanên gelek mezintir jî bigihîştana xelkê. Li gelek cihan pêşbînî hatibû kirin; rêyên derbasbûna avê hatibûn paqijkirin û dever hatibûn amadekirin. Lê belê vê carê diyar e ku li cihekî taybet ê bajarê Hewlêrê rêjeyeke gelekî zêde baran bariya ye ku wekî min bihîstiye berê jî li wî cihî bi wê rêjeyê baran nebariya bû.

Niha dîsa divê pêdaçûn were kirin û li hemû parçeyên bajêr, çi li Hewlêrê be û heta li bajarên din jî, lêkolîneke cidî were kirin ka em ê çawa xwe ji bo guherîna keşûhewayê amade bikin û heger xwedê neke careke din tiştekî bi vî rengî rû bide, em ê çawa amadekariyê bikin? Çi dikeve ser milê me wekî hikûmet, çi dikeve ser milê welatiyan û çi dikeve ser milê dezgehên fermî; divê her kes karê xwe di asta pêwîst de pêk bîne, da ku em hemû alîkariya hev bikin û ziyanan kêm bikin. Em hêvîdar in înşallah tu ziyan negihêje kesekî din. Em lêkolînê dikin da ku bizanin sedem çi ne û çi rêkar jî pêwîst bin ku werin girtin, em ê tekez wan rêkaran jî bigirin înşallah.

Kak Umêd, cenabê te behsa hin tiştan kir, lê daxwazeke min jî ji xelkê heye, ez rica ji wan dikim; ji bilî ku min gelek caran daxwaz kiriye derbarê paqijiyê û neavêtina gemar û zibilê bo ser kolan û cadeyan. Niha hûn dibînin yek ji sedemên bendbûn û girtina menholan ew e ku ev hemû gemar, çop û zibil dikeve nav menholan. Divê dîsa heman heval herin wan ji nû ve paqij bikin; heger xwedê neke di rewşekê de neyên paqijkirin û dereng bikeve, wê dîsa bibin sedema kêşe û pirsgirêkên mezin. Ango divê xelk hevkar û alîkar be; alîkariya dezgehên fermî û dezgehên xizmetguzariyê bike di paqijragirtina bajaran de û neavêtina zibil û çopê bo nav menholan û ser kolanan. Ev yek pir dibe alîkar; ev beşek e, ez nabêjim hemû tişt e, lê belê beşek e ku dikare bibe alîkariyeke mezin.

Daxwaza min ew e ku dema rênimayiyên bilez derdikevin û pêşbîniya rûdanên nexwestî tê kirin, welatî pabendî wan rênimayan bin. Em rica ji wan dikin ku ji bo silametî û ewlehiya xwe pabend bin, her wiha ji bo ku rêyê vekin da kesên pispor û şareza bikarin karê xwe bikin. Gelek caran kombûna girseyeke mezin a xelkê li cihekî, ne tenê ne alîkar e, belkû dibe rêgir jî li ber kesên pispor ku karê xwe bikin, ji bilî wê ku silametî û jiyana xwe jî dixin metirsiyê. Ez dizanim ku piraniya wan ji ber dilsozî û xema xwe dixwazin hevkariyê bikin, lê hin kar hene pêdiviya wan bi şarezayiyê heye ka divê mirov çi biryarekê bide û çawa tevbigere.

Ez ji hemû welatiyan daxwaz dikim ku ji niha û pê ve alîkariya hikûmet û dezgehên pêwendîdar bikin. Înşallah careke din rûdanên bi vî rengî dubare nabin. Spasiya we hemûyan dikim, destxweşiyê li we dikim û înşallah serkeftî bin.