26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pîrozbahî pêşkêşî Govara Gulan Kir

Çavkanî: KDP.info

Bi Minasebeta 19 saliya derçûna Govara Gulan Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêşî stafa govara han kir ku, ev jî tekesta wê ye;

Ji bo staf û nivîskarên birêz yên Govara Gulana xweştewîst

Bi minasebeta 19 mîn salvegera derçûna govara Gulan pîrozbayiyeke  gerim pêşkêşî we dikim.

Govara Gulan ezmûneke serkeftî ya Rojnamegeriya Kurdiye û ez jî xwênerek hertimî ya govara Gulanim, govara han giranî û buhayeke xwe ya teybetî heye û kariye bi kar kirina xwe li ser mijar û babetên siyasî, civakî û abûrî yên girîng, giftûgoyên xwe li ser rûpelên xwe çê bike û bi vê rengî jî xwênerên Kurd jî karîne ku, nêrîn û ramanên hijmareke mezin ji Rewşenbîr û Nivîskaran hîn bibin.

Weke xwênerekî govara Gulan ez daxwaz dikim ku, nûbûneke baştir di dîzan, naverok û cureya mijaran de hebe û hêvî dikim li ser înternetê jî çalak bin û mijar û babetên we li ser înternetê jî bikevin ber çavên xwênerên Kurd yên li Derveya Kurdistanê. Hêviya min serkeftin û berdewamiya we ye.

Birayê we

Mesrûr Barzanî

 

Nûçeyên têkildar