9/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Daxuyaniyek ji Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşwaziyeke germ li peyam û destpêxeriya Serok Mesûd Barzanî ya ji bo derbaskirina xitimbûna siyasî ya Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku ew amade ne ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dest bi diyalogê bikin.
îro 9ê Mijdara 2026an, Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed, di daxuyaniyekê de ragihand, PDK li ber ronahiya destpêxeriya Serok Barzanî, bi tevahî amade ye ji bo guftûgo û civîna ligel birayên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi mebesta çareserkirina kêşeyan û dawîanîna li qeyrana siyasî ya Herêma Kurdistanê.

Her wiha di daxuyaniyê de tekezî li ser lidarxistina guftûgo û hevdîtinan ligel aliyên siyasî yên din ên Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin, da ku hemû alî bi hev re bibin bersiv ji bo daxwaz û xwestekên hevniştimaniyan û vê qonaxa dijwar di berjewendiya gel û niştiman de derbas bikin.