26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îro dê cihek bo pêşwazîkirina penaberên Rojava bihête vekirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Rêveberê kempa Domîzê diyarkir ku, gelek caran penaberên rojavayê kurdistanê dema dihatine herêma kurdistanê li wan dibû şev nedgehştin kempa Domîzê, demê digehştin jî jiber nebûna cihê hazir di mane ser cada, bi dehan caran mayne ta roja paştir bi rêka hindek xêrxwaza digeştîne kempê, heta cê bo wan dihate dîtin gelek mandîbûn û nexweşî didîtin, jibuwê çareserkirina vê kêşê dwî êvarî rêveberiya kempa Domîz digel dezgehên UN ê kombûnek sazkir.

Endaziyar Xalid Qasim rêveberê kempa Domîzê taybet bo KDP.info got: "Di vê kumbunê de biriyar hate dan ku evro 22/4 cihekê taybet ku ji 15 xîvetan pêkdêhêt bihête vekirin bo pêşwazîkirina ew penaberên ji nû li Rojavayê kurdistanê dihêne herêmê û lê bihêne akncîkirin ta ku xîvet û cih bo wan dihête dabînkirin.

 

Her weha got: "Ev cihe dikevîte pişta xîvetgeha Domîzê bi duratiya 200 mîtir, ji hemî layan ve hatiye sîmekirin bitnê dergehek dê hebît û stafekê birêvebirin û pêşwazîkirina penaberan hatiye danan, her penaberek ji nû bihête, dê du ta sê rojan lê hête akncîkirin û hemî pêdawst dê bo bêne dabînkirin, bo hindê heta ku xîfetek bo dihête danan, bihête veghastin.

 

Nûçeyên têkildar