9/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Mesrûr Barzanî û Elî Zeydî li Bexdayê tekezî li ser çareseriya bingehîn a kêşeyan dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 9ê Mijdara 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Bexdayê ligel Serokwezîrê Federal ê Iraqê Elî Elzeydî civiya. Di hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, mafên destûrî, heqdestên darayî yên Herêma Kurdistanê û rewşa ewlehiyê ya binesaziya enerjiyê hatin nirxandin.
Di destpêka civînê de, her du aliyan êrîşa terorîstî ya şeva borî ya li ser kêlgeha gaza Kormorê bi tundî şermezar kir û hevnêrîn bûn ku divê dawî li êrîş û gefên li ser jêrxana aborî û enerjiya Herêma Kurdistanê bê anîn û sazî bên parastin.
Serokwezîrê Federal ê Iraqê bal kişand ser plana zêdekirina berhemanîna petrolê di salên pêş de, ku tê armanckirin di sala 2030an de bighêje 7 milyon bermîl di rojê de û di sala 2032an de jî bibe 10 milyon bermîl di rojê de. Hat destnîşankirin ku ev plan berhema kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê jî, ku nêzîkî yek milyon bermîl di rojê de ye, li xwe digire û dê bandoreke rasterast û erênî li ser geşepêdan û aboriya tevahiya Iraqê bike.
Di beşeke din a danûstandinan de, danûstendina bîr û nêrînan li ser mafên destûrî û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser giringiya dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê ya di bûdçeya federal a sala 2027an de bi awayekî dadperwerane, li ser bingeha destûrê û bi rêzgirtina li pergala federalî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de her wiha çend pirsên giring ên hebeş hatin gotûbêjkirin; ji wan birêvebirina kêlgehên petrolê li gorî destûrê, danîna mekanîzmaya birêxistinkirina dahatên petrolî û yên nepêtrolyê bi rêya hevahengiya di navbera her du wezaretên darayî de, û misogerkirina berdewamiya xerckirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hevseng ligel karmendên din ên Iraqê.
Li ser mijara bûdçeyê jî, lihevkirin li ser wê yekê hat kirin ku diyarkirin û mekanîzmayên terxankirina pişka Herêmê di bûdçeya 2027an de li ser bingeha destûrê be, bi vî rengî ku berjewendiyên hemû pêkhateyên Iraqê biparêze. Her wiha tekezî li ser lezkirina di pesendkirina yasaya petrol û gazê de hat kirin da ku kêşeyên têkildarî berhemanîn, hinardekirin û birêvebirina çavkaniyên enerjiyê bên çareserkirin.
Di dawiya hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî û Elî Elzeydî teqezî li ser giringiya berdewamiya hevahengî, hevkariya hevbeş, danûstandin û lihevtêgihiştinê kirin, wekî bingehek ji bo çareserkirina hemû pirsên hilawêstî, da ku xizmet ji bo hemû welatiyên Iraqê bê kirin.