9/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ji bo malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî sersaxî û hevxemîya xwe ji malbatên her du qurbaniyên lehiyê yên bajarê Hewlêrê re ragihand, yên ku ji ber barîna zêde ya baranê jiyana xwe ji dest dan.


Naveroka Peyama Serok Barzanî: 

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan


Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkar û ezîzên her du welatiyan (Mihemed Resûl Hemedemîn) û (Mistefa Serkewt Xidir)ê temen pênc salî dikim ku bi xemgîniyeke mezin di encama barana zêde û lehiya duh a bajarê Hewlêrê de bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dane. Ez xwe di xema her du malbatên qurbaniyên wê bûyera diltezîn de hevbeş dibînim û ji Xwedayê Mezin dixwazim hedar û aramiyê bide wan û giyanê pak ê qurbaniyan jî bi behişta fireh şa bike.


Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
8ê Mijdara 2026