5/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Mesrûr Barzanî: Em ê hemû bajarên Kurdistanê bi hev ve girê bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: îro 5ê Mijdara 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma vekirina projeya stratejîk a rêya (Korê – Şeqlawe – Qendîl) de, gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ji bo vekirina vê rêyê anî ziman û got: “Ez gelekî kêfxweş im ku îro bi we re me ji bo vekirina vê rêya dusedî ya di navbera Pîrmam, Şeqlawe, Maweran û Kawaniyanê de, ku ev dever bi hev ve girê da.”
Serokwezîr bal kişand ser zehmetiyên erdnîgariya deverê û got: «Şeqam û cadeyeke gelekî ciwan û rêkûpêk çêkirine. Her çend birîn û tijîkirina newal û çiyayan karekî gelekî sext bû jî, lê li gorî pîvanên navdewletî bi rengekî gelekî baş hatiye temamkirin. Ji bo vê xebata hêja, ez destxweşiyê li kompanyaya North Light dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Mesrûr Barzanî tekez kir ku armanca kabîneya wan ew e ku hemû rêyên Kurdistanê bigihînin vê astê û got: “Hêvîdar im em karibin hemû rêyên Kurdistanê di asteke bi vî rengî ya baş de çêbikin û bajarên xwe bi hev ve girê bidin; ev yek dê çûnûhatina welatiyan, hatina geştiyaran, karûbarên bazirganiyê û gihandina navendên me gelekî hêsan bike û dema rêwîtiyê kêm bike.»
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Tiştê cuda ya di vê rêya dusedî de ku min hest pê kir ew e ku awaza sirûda neteweyî ya ‘Ey Reqîb’ li ser cadeyê hatiye çêkirin; bi vî rengî ku heke hûn bi leza 80 km/s ajotinê bikin, hûn ê guhdariya awaza Ey Reqîbê bikin, ev bi rastî tiştekî pir ciwan e. Hêvî dikim hûn vê ezmûnê biceribînin, lê bi awayekî hêdî û bêpirsgirêk.”
Di dawiya axaftina xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatî û şofêran kir ku ji bo parastina jiyana xwe û xelkê pabendî rêzikên trafîkê bin û got: “Pîroz be li xelkê vê deverê û hemû Kurdistanê. Her serkeftî bin û Kurdistana me her tim ava be.