Mesrûr Barzanî: Çalakkirina Parlamentoyê biserxistina îradeya xelkê Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info: îro Çarşem, 4ê Mijdara 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, peyamek belav kir û tê de pîrozbahiyeke germ pêşkêşî Serokê Hilbijartî yê Gera Şeşê ya Parlamentoya Kurdistanê, Cîgir û Sekreterê Parlamentoyê kir, ku wan dest bi karê xwe kir.
Mesrûr Barzanî herwisa destxweşî û pîrozbahî li parlamenterên xemxwer û nîştimanperwer jî kir, ku berdewam bo parastina rewatî û çalakirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bizav dikir. Amaje jî kir: "Biryara we ya îro wefadarî ye bo xwîna şehîdan û rengvedana rastîn a xwesteka dengderan e, herwisa pêngavek e ber bi biserxistina îradeya gelê Kurdistanê ve."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di pareka dî ya peyama xwe de tekez kir ku çalakkirina dezgeha Parlamentoyê belgeya pabendbûn û pêgiriyeka rohn e bi berdewamî û bicihanîna prênsîpên proseeya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê.
Li ser temamkirina erkên qanûnî û parlamentoyî jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvîxwaziya xwe diyar kir ku di rojên bê de tevaya parlamenterên din jî tevlî civînên Parlamentoyê dibin, daku erkê xwe yê nîştimanî, şer’î û exlaqî bi cih bînin û di asta berpirsiyariya vê qonaxê û banga dengderên xwe de bin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangewaziyek arasteyî hemî aliyên siyasî kir û ragihand: "Pêxemetî berjewendiya bilind a nîştimanî, ez daxwazê ji gişt aliyan dikim ku bên pêş, daku bi hev ve û bi hevahengî, em xizmeteke hejîtir pêşkêşî gel û nîştimanê xwe bikin û destkeftiyên xwe yên destûrî biparêzin."
