4/11/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêAzadî, Demokrasî, Edalet

Peyamek ji Serok Barzanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di peyamekê de çalakirina Parlamentoya Kurdistanê li gelê Kurdistanê, desteya serokatiya parlamentoyê û hemî aliyên siyasî pîroz kir û ragihand: "Ez spasiya hemî wan parlamenteran dikim ên ku helwesta wan hebû û bi erkê xwe ya qanûnî û nîştimanî rabûn û ev dezgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê çalak kir."
Naveroka Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi boneya çalakkirina Parlemena Kurdistanê, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û Desteya Serokayetiya Parlemenê û hemû aliyên siyasî dikim.
Piştî du salan bi ser hilbijartina Herêma Kurdistanê re derbas bûn, xweşbextane karîn Parlemena Kurdistanê çalak bikin. Li vir spasiya hemû wan parlementeran dikim ku helwesta wan hebû û bi erkê xwe yê yasayî û niştimanî rabûn û ev saziya destûrî ya herêmê çalak kirin.
Çalakkirina parlemenê pengaveke ber bi parastin û bihêzkirina Herêma Kurdistanê ve ye û li dijî tu kes û aliyekî nîne û bêguman dê di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê û pêvajoya siyasî de dibe.
Niha ku parlemenê dest bi karên xwe kiriye, daxwazê ji hemû wan aliyên rêzdar dikim yên ku beşdarî wê pêvajoyê nebûne, ew jî beşdar bibin û bi hev re ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û pengavên din hevkar û alîkarê pêvajoya siyasî bin.

Mesûd Barzanî
4ê Mijdara 2026