Ragihandinek ji berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info:Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê hilbijartina desteya serokatiya Perlemana Kurdistanê wek gaveke pêwîst ji bo parastina qewareyê destûrî ya Herêmê û dawîanîna bi valahiya yasayî bi nav dike. Her wiha bang li aliyên din jî kir ku beşdarî parastina şer’iyetê û hilgirtina berpirsyariya hevbeş bibin.
Deqa ragihandina berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê:
Îro, 4ê Mijdara 2026an, Perlemana Kurdistanê bi amadebûna piraniya perlemanteran, berdewamî da civîna xwe ya yekem û di pêvajoyeke yasayî û demokratîk de desteya serokatiya perlemanê hilbijart.
Tevî pîrozbahiya me ji bo hemû Kurdistaniyan, em pîrozbahiyê li seroka perlemanê û cîgir û sekretera perlemanê dikin û di vê erka neteweyî de hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazin. Ev gaveke derengmayî lê pêwîst bû ji bo parastina qewareyê destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Mixabin du sal in ji ber biryara siyasî ya serokatiya Yekîtiya Niştimanî û Newey Niwê, ev saziya şer’î ya Herêmê ku nûnertiya deng û îradeya xelkê dike, hatibû rawestandin.
Îro piraniya perlemanteran ji fraksiyonan, bi hestkirina li hember erka xwe ya neteweyî û rêzgirtina li dengê xelkê û pabendbûna bi sonda yasayî, pêvajoya demokrasiyê serxistin û dawî li wê valahiya yasayî û xwesepandina kêmineyekî siyasî anîn. Ev jî tevî ku gefên zêde li hinek perlemanter û kesûkarên wan hatibûn kirin, ku ev nîşaneke metirsîdar e û gef e li ser demokrasî û îradeya xelkê û nîşana hişmendiyekê ye ku xizmeta demokratîzekirina qadên jiyana civaka Kurdistanê nake.
Em hêvîdar in hemû alî rêz li daxwaz û îradeya xelkê û pêvajoya demokrasiyê bigirin. Perlemana Kurdistanê cihê rastîn ê danûstandina siyasî û yasayî ye û faktora yekrêzî û yekgirtina navxwe ya Kurdistanê ye. Karakirina perlemanê li dijî tu kes û aliyekî nîn e û dergeh ji bo her kesî vekirî ye. Em hêvîdar in piştî karakirina Perlemana Kurdistanê, fraksiyonên aliyên din jî biryara erênî bidin û beşdar bibin di parastina şer’iyet û qeyana Herêma Kurdistanê de. Her wiha ev gav bibe hander ji bo hilgirtina berpirsyariya hevbeş di pêşvebirina Herêma Kurdistanê de di vê qonaxa hestiyar de û nêzîkkirina hemû dîtinan ji bo xizmeta xelkê û paşeroja Kurdistanê.
Mehmûd Mihemed
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê
04/11/2026
