26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ehmed Turk: Em ji gelê xwe û têkoşîna xwe bawerin

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk, diyar kir ji bo pêvajoya çareserî û aştiyê ew ji hukûmeta Turkiyeyê zêdetir bi gelê xwe û têkoşîna xwe bawer in û xwest hemû kes piştgirî bide vê pêvajoyê.

Civîna awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê  dest pê kir. Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk Aysel Tugluk û parlamenterên BDP’ê tevli civînê bûn. Bi giştî nêzî hezar delege di civînê de amade bûn.

 

Ehmed Turk, di axaftina xwe de got ew ê heta dawiyê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Turk, destnîşan kir wan weke tevgera Kurd gavên pêwîst avêtine û niha dora gavavêtinê ya dewletê û hukûmetê ye. Turk, derbarê hin nîqaşên "Gelo hukûmet samîmî ye yan na"de jî nêrîna xwe anî zimên û ew ji hukûmetê zêdetir bi gelê xwe, bi têkoşîna xwe bawer in. Turk, banga wergirtina berpirsyariya vê pêvajoyê li delege û nûnerên siyaseta Kurd kir. Jêder PNA

 

Nûçeyên têkildar