Wezareta darayiya herêmê egerên nemezaxtina 100 muçeyî eşkira kir

Hewlêr-KDP.info/ Hikûmeta Iraqê careka dî, dest bi dana 100 qerên taybet bi fermanberan kir ku eve 5 sale herêma Kurdistanê ya bê behra ji van qerzan.
Reşîd Tahir birîkarê wezareta darayî yê herêmê amaje bi wê yekê kir ku 65 miliyar dînar hatine terxankirin bu qerza û li ser benkên îraqî û der vey Îraqê hatine belavkirin ji wan 17% ya herêma Kurdistanê ye û bexda nahinêre û her car bi bihaneyekê behra herêmê nahinêrin û bo Evro got: Me li vê dûmahyê bi tenê daxaza yek miliyar kiribû, ne zêdetir ku bikeyine di benqên xwe da û me gotinê vî parey bi emanet dê bo hewe zivirînîn û eger nezivirînîn me sala bihêt budcê herêmê yê hey 14 tirliyonin, ji wî parey rakin, lê Bexda çav bi rewşa herêmê ranabe û vî parey nahinêrin.
Sebaret wê yekê ku hikûmeta herêmê rabibe bi dabeşkirina van qeran li ser fermanberan, bêy bexda, Reşîd tahir got diyarkir ku wan parê yedek li ber dest nîne û got "min daxaz kiribû 5 miliyar dînar, benkên Reşîd û Rafîdeyn yên îraqî liqên xwe li herêmê veken, da bişên van qeran bidine fermanberên herêmê jî, her dibêjne me bila û çi diyar nîne




