Felah Mistefa digel şandeyeke wezareta derve ya Amerîkayê re civiya

bajarê Hewlêrê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke wezareta derva ya Amerîkayê ku, ji Barbara Leif cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îraqê, Pol Sotfen konsulê giştiyê Amerîkayê li herêma Kurdistanê û Stefin Cî berpirsê beşê aborî û siyasî li konsulxaneya Amerîkaya a li Hewlêr pêkhatibû, kir û di civînekê de têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê hatin nirxandin.Di civînê de behsa serdana vê dawiyê ya şandeya herêma Kurdistanê bo Amnerîkayê hat kirin û ew serdan ji bona xurtkirina têkeliyan di navbera her du aliyan de bi serdaneke serkeftî hat wesif kirin.
Barbara Leif di avaftinekê de got ku, ew hatinete herêma Kurdistanê daku, derencamên serdana John Kerry wezîrê derve yê Amerîkayê bo Bexdayê binirxînin û ji nêzîk ve hilbijartinên wîlayetên Îraqê bişopînin.
Li dor pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de, cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îraqê got ku, ew dê alîkariya hemû aliyên siyasiyên îraqî bikin ku, hemû arîşa û pirsên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin û bi destûra bingehîn a Îraqê re pabend bin. Wê got ku, divê pirosesa siyasî û demokrasî li Îraqê berdewam be û pêkateyên îraqî bi aştiyane pirsên xwe çareser bikin.
Felah Mistefa ji şandeya wezareta derve ya amerîkayî re behsa helwesta herêma Kurdistanê li hember kirîza siyasiya Îraqê kir û got ku, serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirs bi rêya diyalog û li gor destûra Îraqê bên çareser kirin. Mistefa got ku hilbijartin dê derfeteke nû ji bo destpêkirina danûstandinan di navbera pêkhateyên îraqî de pêkbîne.
Li dor wezîrên kurd yên hikûmeta federal a Bexdayê jî, Mistefa got ku, ew wezîrên ji Bexdayê hatine Hewlêrê daku, li ser çewaniya çareserkirina kirîza siaysiya Îraqê digel serokatiya herêma Kurdistanê bişêwerin.
Her du aliya behsa rewşa aloza Suriyeyê û ew karesatên bi serê gelên surî de tên kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, bi awayekî aktîvtir ji bona dawîanîn bi xûnrijtinê li Suriyeyê bixebitin. Herwesa behsa rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê ku,roj bo rojê hijmara wan ber bi zêdebûnê ve diçe kir.




