26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Sûriyê kurd fakterê serekî yê guhorînê ne

Çavkanî: KDP.info

Elmaniya-KDP.info/ Li Elmaniya konfranseka taybet li ser rojavayê Kurdistanê hate sazkirin û têda hate diyarkirin ku yekirêziya gel û part û aliyên siyasî gerentiya parastin û azadiya rojavayê Kurdistanêye û pişkdarbûyan aşikira kirin ku emirîka û rosiya heke bixwazin dişên di demekê kurt da aloziyan çare biken.


Li bajêrê Berlîn yê Elmaniya konfranseka taybet li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hate sazkirin û hejmarek zêde zanayên siyasî, perlemantarên elmaniya, part û aliyên siyasî yên her çiwar parçeyên Kurdistanê û rojnamevan û welatiyên kurd pişkdar bûn. Bisporê rojihelata navîn yê elman mîçel luders di konfransê da ragehand ku heke rosiya û emirîka bixwazin dê aloziya Sûriyê çare be û hikûmeta sunne li Sûriyê bihête avakirin û got: (kurd dê bibine navenda dîmokirasî û azadyê li Sûriyê û ew îmkana kurdan heye).


Bisporê rojihelata navîn herwesa diyar jî kir ku li rojihelata navîn gelê herî rêkixistî gelê kurde û dê mora xwe li paşeroja Sûriyê biden û got: (evro emirîka û rosiya jî dibînin ku fakterê serekî li Sûriyê ne opozisiyona nîştmaniya Sûriyê ye û opozisiyon parçe parçeye û hejmarek zêde komên çekdarên biyanî li axa Sûriyê şer dikin û ji yekgirtinê gelek durin, lê li rojavayê Kurdistanê kurdan herêmeka otonomî ji niha ve damezirandine û di warê asayiş, parastin û xizmetguzariyan da pênigavên mezin havêtine, ji ber wê çendê dê emirîka jî rastiya kurdan qebûl bike û li gel wan peywendiyan dirust ket û li gor hizra min rosiya ji niha ve bi kurdan ra kevitî ye di nav diyalogê da û serkevtina kurdan bi temamî bi yekirêziya kurdan ve girêdayî ye).


Mîçel Luders zanayê rojihelata navîn di pişkeka dî ya axivtina xwe da behsê turikiya û bandora wê li ser rewşa Sûriyê û rojavayê Kurdistanê kir û diyarkir ku pirosîsa aştiya ku li turikiya destpêkirî ye dê rastexu bandora xwe li rojavayê Kurdistanê bike û got: (ez bawer dikem êdî turikiya jî naxwaze bi kurdan ra di rewşa şerî da be û hikûmeta erdogan di destpêkê da bi kurdên turikiya ra dê aştî û hevpeymaniyekî dirust bike û bi heman rengî dê rastiya rojavayê Kurdistanê wek herêma Kurdistana Îraqê qebûl bike û ew yek di berjewendiya kurd û turikan daye).

Nûçeyên têkildar