26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Bexdayê 7 Polîs Hatin Koştin

Çavkanî: Kurdistan TV

Ajansa nûçeyan ya Franspress belav kir ku, îro li Bexdayê de di encama teqîna bombeyeke wedayî û êrîşeke çekdarî de herî kêm 7 endamên hêzên polîs canê xwe ji dest dane.

Ajansa nav hatî eşkere kir ku, îro beriya nivêja Înê li Taxê Tarimiye ya li Bakûrê Bexdayê de bombeyeke wedayî hatiye teqandin û di encam de 5 polîs canê xwe ji dest dan û hijmareke din ji welatiyan jî birîndar bûne.

Her îro çavkaniyeke din jî ji Dadgeha Bexdayê ji ajansa han re gotiye ku, di dema weguhastina Tawanbarekî bo Dadgehê, Tawanbara han kariye çekê yek ji Zirêvanan bigire destê xwe û gole berê polîsan daye û di encam de efserek û zirêvaneke din jî canê xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar