26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

90% xelkê Turkiyapiştevaniya çarekirina pirsa kurdî dikin

Çavkanî: KDP.info

bakurê Kurdistanê-KDP.info/ Li bakurê Kurdistanê û Turkiya komsiyonên mirovên aqilmend li piraniya bajêrênTurkiya li gel welatiyan û saziyên sivîl kombûnan saz dikin û daxwaza serekî yawelatiyên kurda azadkirina ocelan û avakirina herêma otonomî ye û li bajêrênTurkiya jî welatî pitir daxwaza distûrekî dîmokiratîk û asaykirina rewşaTurkiya dikin.


Şanda parta dad û geşepêdanku li bajêrên Amed, Sêrt, batman û Şirnexê li gel saziyên sivîl û dikandaran ûwelatiyên wan bajêran kombûn û hevdîtinan sazdken, ji aliyê gelê kurd ve bigermî hatine pêşiwazî kirin û di vê derbarê da endamekê perlemanê Turkiya ku dinav şanda parta dad û geşepêdanê da ya desthelatdar da cih digirt, taybet borojnameya evro ragehand ku welatiyên kurd wek daxwaza serekî azadiya serokê (P. K. K) xwestin û herwesa diyarkirin ku ew dixwazin bajêrên xwe birêve bibin ûziman û kelitur û nasnameya kurdî bi temamî azad be û got: (welatiyên kurd bigermî pêşiwazî li şanda parta me kirin û ez dişêm bêjim ku qonaxa aştiyê dilême hemûyan vekirî ye û em dişêyin bi dilê xwe yê vekirî hemû pirsên xwe çareserbikin û emê daxwazyên gel bo rayedarên parta xwe jî bilind bikin).


herwesa endamê komsiyonaaqilmenda îlmaz erdogan yê hunermend û derihêner, piştî kombûnên komsiyonaaqilmendan li amedê diyarkir ku roj bi roj nexşeya çarekirina pirsa kurdaşikira dibe û daxwazyên kurdan daxwazên gelek dîmokiratîk û mirovîne û got: (xuzîka ev qonax deh sal yan jî bîst sal berê niha bihata destpêkirin û ewhinde xwîn nedihate rêtin, çunku aşikiraye heke dewlet rêya diyalogê veketpirsa kurd bi axavtin û danustandinê çare dibe û niha ya giring eve ku em vêqonaxa dîrokî ji dest nedeyn û pirsa kurd çare bikin û jiyaneka wekhev ûdîmokiratîk li Turkiya dirust bikin).


komsiyona aqilmedan yabajarê ezmîr û devruberên wê jî piştî kombûn û hevdîtinan naveroka daxwazyêngelê ezmîr aşikira kir û diyarkir ku gelê turik jî wek gelê kurd daxwaza aştiyêdike û naxwazin şer bihêtekirin û daxwaza serekî jî avakirina distûrekîdîmokiratîk û jiyaneka wekheve li Turkiya û hemû kes piştevaniya qonaxa aştiyêdikin.


li aliyê dî rapirsiyeka kuji aliyê saziya gener hatiyekirin û hatî ye pirsiyarikirin erê hûn baweriyê biqonaxa aştiyê dihînin û hûn bawer dikin pirsa kurd bi danustandinê bihêteçarekirin? Sê hizar kes pişkdarî di wê rapirsiyê kirîne û 90% pişkdarbûyanpiştevaniya xwe bo çarekirina pirsa kurd bi rêya aştî û danûstandinê diyarkirine.

 

Nûçeyên têkildar