26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li kompaniyên Almaniyayî dike

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duh 15.04.2013ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Rolf Ulrîc konsulê giştiyê Almaniyayê yê li herêma Kurdistanê kir.

 Di dîdarekê de, peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Almaniyayê û çewaniya xurtkirin û berfirehkirina wan têkeliyan hat behis kirin.

 Serdana vê dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bo Almaniyayê û civîna digel Angela Merkel û berpirsên din  mijareke din a civînê bû û konsulê giştiyê Almaniyayê yê li herêma Kurdistanê ew serdan bi serdaneke giring û serkeftî wesif kir û hêvî kir ku, ew serdan destpêka qonaxeke nû ya têkeliyên navbera Hewlêr û Berlînê, bi taybetî di warê sermayerazandin û enerjiyê de, be.

 

Nêçîrvan Barzanî ji konsulê almaniyayî re got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi her awayî piştevaniya şirket û kompaniyên almaniyayî dike ku, li herêma Kurdistanê digel kompaniyên welatên din yên ewropayî û cîhanî pirojeyan di warên cihê de encam bidin.

 

Têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, kirîza siyasiya Îraqê û rewşa emnî li Îraqê mijareên din yên civînê bûn.

Nûçeyên têkildar