26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Girtina çalakvanên Kurd li Rojhelatê Kurdistanê berdewame

Çavkanî: KDP.info

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Rêxistina Mafê Mirovan ya Êranê ya Navnetewî ragihand ku, li bajarê Urmiyê 10 kes bi hinceta ku têkiliya wan bi PJAK’ê re heye hatin girtin.

Li gorî ajansa Firatnews ê li Urmiyeyê 10 kes di encama serdegirtina malan de hatin girtin. Hate ragihandin ku, kesên hatin girtin ji 22’ê Adarê û vir ve veguhestine Girtîgeha Navenda Ûrmiyeyê.

Di meha Adarê de polîsên Îranê li bajarên Mehabad, Sanadah û Pavehê bi dehan Kurd binçavkiribûn. Ji vana beşek mezin hatibûn berdan, her wiha di derbarê hinek kesan de jî hêjan agahî nehatine girtin. Dezgeh di derbarê hêjmar û nasnameya van kesan de jî agahiyek zelal nade.

 

Nûçeyên têkildar