Rejîma Sûriyê li taxa Kurdan çekên kîmyayî bikar anî

Heleb-KDP.info/ Duhî artêşa rêjîma Sûriyê li taxa Şêx Meqsûdê ya Kurdî çekên kîmyayî yên qedexekirî bikaraniye û di encamê de, 5 şehîd û hejmarek mezin birîndar ketin.
Li gor çalakvanên Kurd duhî li bajarê Helebê, di taxa Şêx Meqsûdê de, rêjîma Sûriyê ya Baasî li dijî Kurdên sivîl çekên Kîmayî bi karaniye û di encamê de, 5 welatî tevlî karwana şehîdan bûne û hejmarek mezin jî birîndar bûne.
Her weha mekteba ragehandinê ya Tevgera Ciwanên Kurd li Helebê navên wan kesên ku şehîd bûne ragehand, ev jî navên şehîdane:
Xedîr Nedaf û herdu zarokên xwe yên bi navê Ebu Bekir Ebdula yê 2 salî û Yunis Ebdula 4 mehî. Her weha Gernas Kobanî û jineke din ya bi navê Xaliya jî şehîdketin




