26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Topên komên çekdar li Qamişlo ketin

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info/ Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Kurd (T.C.K) Ebdûlmecîd Temir ji KDP.info re ragehand ku duhî di danê sibehê de hêzên rejîma Sûriyê gundê Dibbana ku çekdarên tabura 313’an ketibûnê topbaran kiribûn li hemberî wê jî koma çekdar jî bi topên Hawanê bersiv dan hêzên rejîmê û 3 top avêtin li Qamişlo li taxa Xerbî ketin, Topek li mala welatiyê bi navê Beha`edîn Hemo, yek ji li dibistana Mişel Selîba û yek jî li dibistana Zehra ketin ku di encama topên hawanê de li hersê cihan zirara madî pêk hat.

Li gor Ebdûlmecîd Temir Hêzên rejîmê her wiha bi helîkopteran jî gundê Dibana û gundên Xeab Esker bombebaran kirin û di encamê de 6 welatiyên Kurd birîndar bûn, yek ji wan ku navê wî Silêman bavê Ciwan e diktoran nigê wî jêkirin

 

Nûçeyên têkildar