26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Misrê sibe dê dadgeya Mubarek ji nivre birêve biçe

Çavkanî: KDP.info

Ajans-Misrê/ Têlêvîziyona dewleta Misrê daxuyand ku serokkomarê berê Hosnî Mubarek bi helîkopterê ve gihandin Qahîrê û li Qahîrê dê sibe dadge ji nuva doza serokkomarê berê yên ku di kuştina 850 kesî tê tewanbarkirin vedinêre. Têlêvîziyon dîmenên ku Mubarekê 84 salî li ser ereba bijîşkan dibin salona dadê. Di sala 2012 dadgeya Misrê serok dewletê berê di girtina heta hetayê mehkum kir. Dadgeh destnîşankir ku Mubarek fermana serkutkirina tevlêheviyan dida.

 

Di sala 2013 dadê biryar girt ku vê biryarê ji nuva venêrin. Li gor ragihandina ajansa MENA yê di destpêka meha Nîsanê dozgeriya Misrê Mubarek di gendeliyê de tewanbarkir. Dozgeh pêşbînî dike ku Hosnî Mubarek pereyên ku ji bo xebatên qesra serok dewletê hatibûn veqetandin ji bo xwe bikar aniye.

 

Nûçeyên têkildar