26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Chirs Kochera kir

Çavkanî: KDP.info

Birêz Mesrûr Barzanî şêwirmendê encûmena asayişa herêma Kurdistanê pêşwazî li nivîskar û rojnamevan û dostê kevnarê gelê Kurd Chirs Kochera hevjîna wî kir.
 

Di evê dîdarê de rêzdar Mesrûr Barzanî rêz û supasîya xwe arasteyê Krîs Koçera û hevjîna wî kir ku wek du rojnamevanên dost, piranîya temenê xwe bo xizmeta Kurd û gihandina deng û rengê Kurd bi cîhanê terxan kirine. Mesrûr Barzanî herwiha rolê Chirs Kochera û hevjîna wî di tomarkirina dîroka serdema gelê Kurd de bilind nirxand.

 

Di evê dîdarê de Chirs Kochera û hevjîna wî jî asodeyîya xwe bermaber pêşkevtina pirsa Kurd li deverê dan nîşandan û ragihandin, ku projeyeke nû bo tomarkirina wêneyên dîrokîyên Kurd di ber dest de hene û li ser karên xwe berdewam dibin.

 

Her di evê bareyê de Mesrûr Barzanî hêvîya serkevtinê bo Chirs Kochera û hevjîna wî xwast û piştîvanîya xwe bo serxistina projeyên wan nîşan da.

Nûçeyên têkildar