26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hatina penaberên Rojava bo parêzgeha Dihokê 75% kêm bûye

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Rêveberê kempa Domîz ya penaberên Rojavayê kurdistanê Endaziyar Xalid Qasim diyarkir hatina penaberên Rojavayê kurdistanê bo parêzgeha Dihokê rêja 75% kêm bûye, û got: "Li naverasta meha Şibatê û ta dumahiya meha Adarê rojane bêtir ji hezar penaberan dihatine herêma kurdistanê û parêzgeha Dihokê û belê di meha çar de hatina wan gelek kêmbûye li dumahîk amara roja 7/4 ya hatina penaberan 281 penaber hatîne Dihokê li kempa Domîz hatîne tomarkirin."

Xalid Qasim rêveberê kempa Domîz bo KDP.info diyarkir ku:"Hejimara penaberên tomarkirî li kempa navbirî gehştiye 91519 kesan û tomarkirin berdewame, hemî penaber li kempa Domîz de najîn çunke her penaberek yê azade, li her bajêrekê herêmê da bijî, nuke dura 50 hezar penaberan li kempê de dijîn yên dî jî li bajêrên din yên herêmê akncî bûne,

Navbirî amajekir ku, hemî pêdawîstiyên jiyanê av,karebe, xîvet û xwarin zêdebarî bingehên tendirustî û polîs û asayiş bo wan hatine dabînkirin

 

Nûçeyên têkildar