Waşinton daxwaza sepandina sizaya navdewletî bi ser Sûrîya dike
Wezîrê xezîna Amerîka "Timothy Geithner" daxwaz kir, ku pêdivîye di çarçoveya benda heftê ya karnameya Neteweyên Yekbûyî de sizayeka dijwartir bi ser Sûrîyê ve bihê sepandin.
Herweha ragihand, ku Amerîka bi evê hêvîyê ye, ku hemû dewlet bi hev re li ser pêngaveka guncew li hember sûrîya rêkbikevin.
Ev pêngava han jî, pêkhatîye ji destpêkirina livandina encumena asayîşa navdewletî ku di çarçoveya benda heftê de sizayeka dijwartir bi ser Sûrîyê ve bihê sepandin




