26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Muqteda Sedr: Kurd birayê me ne, em ti awayî nahêlin destdirêjî bi ser wan de bihê kirin

Çavkanî: KDP.info

Pirsek ji alîyê hevwelatîyekî Kurd ve şînîyê bajêrê Helebçe bi navê " Hêvîdar Ehmed" hatibû kirin, ku tê de behsa metirsîya êrişkirina Malikî bi ser Kurdan ve kirîye, di bersiva evê pirsê de serkirdeya alîyê Sedr ragihand, ku Kurd birayê me ne, bi ti awayî em napejrînin destdirêjî bi ser wan de bihê kirin.


Wek tê xuyakirin ku Hêvîdar Ehmed, nameyek arasteya serkirdeya alîyê Sedr dike, tê de tirsa Kurdan li hember êrişkirina Nûrî Malikî serokê hukûmetê dide xuyakirin.


Ev nameya han di evê demê de hatîye, ku berî evê bi demekî serokê herêma di bêjedanekê de amaje bi evê çendê daye, ku Nûrî Malikî dixweze firrokeyê F16 bikire û pê êrişî Kurdan bike, piştire ji di bêjedanekê din de bi boneya pişikdarîkirin di dêrendazeya bi ax veşartina (730) candekên enfalkirîyan li Çemçemalê, serokê herêma kurdistanê di page ya taybeta xwe li ser tora komelayetîya Facebookê nîvisandibû, ku "maxibin vê gavê hindek kes li Baxdadê hene hata niha hilgirê heman bîr û bawerîya enfalcîyanin û eger bikaribin jî dê hema sîyaseta wan bi kar bihênin."

Ji ber evê yekê Muqteda Sedr di bersiva nameya evî hevwelatî kurd de gotibû, ku Kurd birayê me ne, bi ti awayî em napejrînin destdirêjî bi ser wan de bihê kirin. 


 

Nûçeyên têkildar