Civata Giştî ya NY biryarebernama nu li ser Sûryeyê amade dike

Ajans-KDP.info/ Rêzek welatên Rojava û yên Erebî biryar bernama nu ya Civata Giştî ya NY bi şermezarkirina hukmeta Sûryeyê amade dikin. Daxuyaniya han ajansa RÎA Novostî ku xwe dispêre çavkaniya biryargeha NY ragihand.
Li gor agahiyan dengdahîn dikare li meha Nîsanê pêk bê. Tê pêşbînkirin li gor teksta biryar bernamê Civata Giştî ya NY bikaranîna çekên giran li hember welatiyên sivîl ji alî hukmeta Suryeyê ve şermezar dike. Tevî wê di belgê de ya ku hîn ji Civata Giştî ya NY nehatiye pênasîn, bang li hemu aliyên konflîktê tê kirin ku hemu şêwazên şidetê di nav wan de çalakiyên terrorîstî û pevçûnên nav olî rawestînin.
Her wiha tê destnîşankirin ku li Sûryeyê bi beşdariya hukmet û opozîsiyonê pêwîste hukmeta demî bête avakirin




