Hejmara Penaberên Rojava li Herêma Kurdistanênê gehîştiya 110 hezar kesî

Hewlêr-KDP.info/ Cêgirê berpirsê peywendiyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerwan Cemal Tahêr ragihand, ku hejmara penaberên Kurd yên ji rojavayê Kurdistanê her roj têne herêma Kurdistanê gihîştiya (110) hezar kesî, û diyar kir ev yek fişarekî mezin li ser Herêma kurdistanê di afrînine, her wiha ragihand ku ev hejmar ji hêza cîbicî kirinê ya Herêma kurdistanê bêtire.
Tahêr di daxuyaniyekî rojnemevanî de ragihand, ku hemû alîkariyên ku têne berhev kirin ku ji aliyê hikûmeta Herêmê be yan jî, ji aliyê rêxistinên sivîl bê bo rojavayê Kurdistanê têne birê kirin, ta ku li ber hatina Kurda ber ve herêmê bête girtin, her wiha diyar kir ku hejmara zêde yên panaberên Kurd li Herêmê ji hêza a cîbicî kirinê zêdetire û vê yekê jî sînorên xwe yên Yesayî jî derbas kiriye.
Her wiha Tahêr bal kişand ku hêja sînorên Herêma Kurdistanê vekirîne û her roj penaberên Kurd ji rojava berê xwe didine Herêmê û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li hin ji parêzgehên Kurdistanê bo peneberên Kurd cih û war pêyda kiriye




