Nêçîrvan Barzanî: du dergehên dinên sînorî nevbera herêma Kurdistanê û Turkîyayê vedibin

Herêma Kurdistanê û Turkiye peywendîyên xwe xurttir dikin û di evê çarçoveyê de, herdu alî rêkevtin kirine, ku du dergehên nû yên sînorî li ser sînorê hevbeş vebikin.
Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmet Kurdistanê duhî piştî serdana xwe ya evê carê bo Turkiyeyê û vegeryana bo herêma Kurdistanê ragihand, ku di serdana evê carê ya şandeya herêma Kuridstanê de ya bo Turkiyeyê, wî di dîdara xwe de ya li gel Receb Teyib Erdogan serok hukûmet Turkiye yê re behsa çend mijarên girîng kiriye ku pirsa sînor yek ji ewan mijarane.
Nêçîrvan Barzanî îro çarşembîyê piştî serdana xwe ya bo Turkiyeyê kombûnek bi kabîneya xzwe re saz kir û tê de da xuyakirin, ku serdana şandeya Kurdistanê bo Turkiyeyê serkevtî bûye û herdu alî hem Kurdistan û hem jî Turkiye tekezî li ser xurtkirina peywendîyên duqolî kirin.
Serokê hukûmet Kurdistanê ragihand, ku di serdana evê carê de û di encama guftûgoyên herdu alîyên hukûmeta Kurdistanê û Turkiyeyê de, biryar hat dan ku bo berfirehtir kirina peywendîyan du derwazeyên din ên sînorî li ser sînorê navbera Kurdistan û Turkiyeyê bihên vekirin.
Nêçîrvan Barzanî got: biryar hat dan, ku du derwazeyên dinên sînorî di navbera herêma Kurdistanê û Turkiyeyê de bihên vekirin û bo evê armancê jî dê hefteya bihê alîyên peywendîdarên herdu hukûmetên herêma Kurdistanê û Turkiyeyê kom bibin.




