Kişanak: Bila Tirkiye bibe welatê hemû kesî

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevseroka giştîya BDP’ê Gultan Kişanak, xwest di pêvajoya aştî û çareseriyê de CHP û MHP jî berpirsyariya xwe ya çêker bi cih bihînin û banga "Bila Tirkiye bibe welatê hemû kesî"li hemû derdoran kir.
Li gor ajansa PNA ê hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak, duhî rewşa siyasîya Tirkiyeyê û pêvajoya aştîyê û bûyerên zanîngeha Dîcle ya Amedê nirxand. Kişanak destnîşan kir, parleman di çareserkirina hemû pirsgirêkan de rolên mezin bi cih anîye û xwest Parlemena Tirkiyeyê jî bo çareserkirina pirsgirêka kurd berpirsyariya xwe bi cih bihîne.
Kişanak ji bo ku rola xwe bi cih bihînin banga berpirsyariyê li CHP û MHP’ê jî kir û wiha got: "Ez dixwazim bibêjim bi taybetî jî MHP bi helwesta xwe vê pêvajoyê sor dike, dizêrîne. Bila di vî baxçeyê gulan de gula Spartayê jî gulnixîna (şilêr) Culemêrgê jî hebe. Hin kes mixabin dixwazin di vî baxçeyî de gulan biçilmisînin gulnixînan ji holê rakin û tenê li vî baxçeyî strî hebin. Em dixwazin ev welat bibe welatê hemû kesî."
Gultan Kişanak bêyî ku nav bide, bûyerên qewimî yên li Zanîngeha Dîcleyê di navbera alîgirên Hîzbullahê û BDP’ê de jî nirxand û banga dûrkevtina ji şer û pevçûnan li ciwanan kir. Û diyar kir ku ev pêvajo pêvajoyeke siyaset û demokrasiyê ye.




