Lana Muhemmed: pirsa hilweşandina enumena nûneran di evê rewşa niha de karekî zemete

Lîsta Dewleta Yasa ragihand, ku li hember wergirtina bawerîyê ji Nûrî Malikî serokê hukûmeta Iraqê, em kar bo hilweşandina encumena nûneran dikin.
Di evê derbarê de Lane Muhemmed endama parlîyamenta Iraqê ya bi ser lîsteya hevpeymanîya Kurdistanî ragihand, ku tenê du rê hene ji bo hilweşandina encumena nûnerên Iraqê, ew jî pêkhatine ji, du li ser sê parlîyamenter deng bidin bo evê hilweşandinê yan jî pêdivîye serokê hukûmetê bi biryara serokê komarê biryarê bide eve jî bi mercekî pêdivîye serokê hukûmetê ne di dema vepirsînê de be û piştre 163 deng bihên komkirin.
Herweha got jî, piştî hilweşandinê serokê komar daxwaza hilbijartinên pêşdemî di maweya 60 rojî de dike ku bi xolî dizanim ji ber ku mijara hilweşandinê di evê rewşê de karekî zehmete.




