Nêçîrvan û konsulusa Nemsayê xwestin peywendiyên heyî yên di navbera wan de bihêztir û berfiretir bibin

Duhî li Hewlêrê Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusa Nemsayê ya li Iraq û Ordinê kir.
Di hevdîtineke de her du alî behsa rewşa siyasî ya Iraq, peyvendiyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin û çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Nemsayê de jî şîrove kirin.
Di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, çawe di nava destûra Iraqê de behsa wê jî hatiye kirin, Kurdistan dixwaze di warê desthilat, maf û erkên xwe de ligel Hikûmeta Bexdayê de hevpar be û dibe Bexda di vê çarçoweyê de li hember Hewlêrê tevbigere, Hikûmeta Iraqê dibe bi vê rengî li meseleyan binêre jiber ku, ev meselaya han çavkaniya kêşeyên din yên weke cîhbicîh nekirina madeya 140, bûdce, pereyên ev kompaniyên ku, di warê petrolê de kar dikin û çendîn kêşeyên din, sedema tevahiya wan ev nizîkatiya Hikûmeta Iraqê û bi hevparê xwe nehesbandina Kurdistanê ye.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, hevdem ligel wan helwestên han Hikûmeta Kurdistanê hertim amadebûye ku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê çareser bike.
Di derbarê peywendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Nemsayê de jî her du alî xwestekên xwe bo bihêztir û berfiretir kirina peywendiyên han diyar kirin û Konsulusa Nemsayê ragihand ku, wê gelek bi cidî kar bo bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han bike û di vê çarçoweyê de jî weke yekemîn pêngav dixwazin Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vebikin.
Li hemer de jî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê bi germî pêşwaziya vê hewldana han kir û ragihand ku, Hikûmeta Kurdistanê amadeye ku, di vê warî de her cure hevkarî û karasaniyek pêşkêş bike.
Di beşeke din ya vê civîna han de rewşa Sûriyayê jî hate nirxandin û her du alî dilgiraniya xwe a li hember aloziyên heyî yên li Sûriyayê de diyar kirin û daxwaz ji civaka navnetewî kirin daku, çareseriyek ji aloziyên han re bibîne. Jêder KTV




