26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Rojava ne penaberin belku di mala xwe dene

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Dr. Hesen Muhemed Sûre bi heyetek ji jinên çalakvan yên Rojavayê Kurdistanê yên li Swêd û Almaniyayê re civiya.

Di hevdîtineke de heyeta han kêfxweşiya xwe a li hember vê serdana han diyar kir û spasiyên xwe jî pêşkêşî Hikûmet û Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê kir jiber ev hevkariyên ku, pêşkêşî xelkê Rojavayê Kurdistanê kirine.

Heyeta han di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaza vê yekê jî kir ku, jiber nêz bûna demsala Hawînê û hatina germayê hin pêdeviyên din yên wan kesan ku, di nava kempan de dijîn werin dabînkirin.

Li hember de jî Cîgirê Serokê Parlementoyê diyar kir ku, Hikûmet û Gelê Kurdistanê hertim amadene ku, hevkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin û xelkê Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê de nepenaberin belku, di nava mal û welatê xwe dene.

Çavkanî ev yek jî eşkere kir ku, Hikûmeta Kurdistanê tedbîrên pêwîst bo pêşkêş kirina hevkariyên zêdetir stendiye û tevahiya dezgehên xwe erkdar kiriye daku, li hember rewşa wan hesas bin û kemaniyên wan dabîn bikin. Jêder KTV

 

Nûçeyên têkildar