26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Partî û Yekîtî: Çi arîşe li ser dirêjikirina demê serokatiya herêmê nine

Çavkanî: KDP.info

Her du partên sererkî yên Kurdistanî li herêma Kurdistanê ragehand, ew gehiştîne rêkikeftinekê sebaret mîkanîzma helbijartina serokatiya herêmê û paşî gotin nuke ew çaverêy raya opozsiyonê ne.


Her du mektebên siyasî Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtî Niştîmanî ya Kurdistanê li baregayê nivîsîngeha mekteba siyasî ya yekîtî nîştîmanî li Silêmanyê kombûn, di rûniştinekê da çendîn kêşên peywendî dar hatine behskirin paşî dikungirekê rojnamevanyê hevpişk da xalên kumbûnê diyarkirin.


Serkirdê yekîtî nîştîmanî Kurdistan Mela bextiyar di Kungirê rojnamevanyê hevpişkda li gel sikirtêrê partî dîmukiratî Kurdistan Fazil Mîranî got: "kumbûna herdu aliyan kumeka kêşên peywendî darên giring gengeşekirin, dîsan herdu alî di rijdin li ser danustandên li gel opozsiyonê sebaret kêşên rehndên nîştîmanî hey, herwesa xweyakir jîngeha danustandinê ya herdu aliyan ya guncay ye û pêguhorîna baweriyê ya dinavbera herdu aliyan da ya temame."


Sebaret jêrxana aburî ya herêmê Mela Bextiyar dupatkir, "bo bicihînana aborekê mukim û bihêz bo milletî herdu partên serekî yek destin û hemû hêzên siyasî bi opozsiyon ve helwîstekê yekgirtî heye sebaret mafên kurdan yên rewa li gel bexda."


Jaliyê xweve sikirtêrê mekteba siyasiya partî dîmukiratî Kurdistan fazil Mîranî dupatkir: "Aliyê opozsiyonê hindek têbînî sebaret helbijartina serokatiya herêmê hene, hemû bizav dihêne encamdan bo gehiştina xalên têgehiştineka hevpişk bo rêkikeftinekê li dor babetê navibirî, û ya dimînît biriyar û buçûna opozisiyonê ye."


Li dor babetê petrola herêma Kurdistanê Mela bextiyar amajeda, "berî nuke yekîtî nîştîmanî Kurdistan hindek têbînî li dor karê wezareta samanên siruştî hebû, belê nuke lîjneka bilind hatî ye damezirandin bi serokatiya cêgirê serokê hikûmetê Îmad Ehmed bo serperştîkirina li ser badeka petrolê û nuke me hemû pêzanîn divî biyavî da hene."


Zêdebarî got: "bizav dihêne kirin bo hindê ew pêzanîn bigehine welatiyan û aliyên siyasî da hemû aliyek yê agehdar be li ser naveroka babetê petrolê."


Sebaret danûstandinên li gel opozisiyonê bextiyarî got: "dergehên me divekirîne beramberî hemûyan û biriyara partî û yekîtî divêt dergeh divekirî bin, nuke û pêda pitir dê ew dergeh divekirîbin ji aliyê hikûmetê ve."


Serkirdê yekîtî nîştîmanî Kurdistan amajeda, "seredana şandê herdu aliyan bo hizbên yekgirtû îslamî Kurdistan û kumela îslamî dupatkirin bû li ser encamdana helbijartinên civata nûner û parêzgehan di demê xweyê qanûnî da ku bişêwekî hemû navendên dewlî û rêkixirarwên cîhanî jê razî bin, hemû alî bi parastina rewşa herêmê bi giyanî berpirsiyariyê karbikin, danustandin û qebûlkirina ray û buçunên cuda cuda bibe binaxe bo çarekirin û daxwaziyan bitaybetî babetên girêday bi rehndên niştîmanî û netewey ve heyî."


Dîsan Mela bextiyarî got: "pişkdariya herdu hizbên serekî di hebljartinên bihêt da bi lîstên cuda cuda bitinê meseleka berwexte û neya siyasî ye û rêkikeftina stiratîcî di navbera herdu aliyan da ya berdewame çunkî ew pêdiviyeka dîrokî ye."Jêder Evro

 

Nûçeyên têkildar