Kerry li Stenbolê piştgîrî da pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê

Stenbolê-ajans/ Wezîrê derve yê Amerîkayê John Kerry di kongireyeke rojnamevanî de ragihand, "Pêvajoya çareseriyê dê Tirkiyê bighurîne. Ew piştgiriyê dide çekdanîna PKK`ê."
Kerry derbarê pêvajoya çaresriyê ya aştiyan li Tirkiyê destpêkirî de nirxand û got: “Ev pêvajoya aştiyê dibe ku jiyana Tirkiyeyê biguherîne.”
Kerry diyar kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên çekdanîna PKK`ê û weha berdewam kir: “Ev xwîna ku bi salane dirêje dikare bi dawî bibe. Bi salane li Tirkiyê ev şer didome. Ev pêvajo bi dawî dibe dê jiyanê biguherîne. Em heyranê hewldana Tirkiyeyê ne. Em piştgiriyê didin çekdanîna PKK’ê. Biryar û cesaret divê. Ev xwîna ku bi salane dirêje dibe ku bi dawî be.”




