26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda PDK û YNK bi Tevgera Goran re civyan

Çavkanî: KDP.info

Duhî şandên her du polîtboruyên PDK û YNK serdana baregeha serekîya tevgera Goran li Silêmanîyê kirin û kombûna navbera wna destpêbû.

Di evê kombûnê de Fazil Mîranî sekreterê polîtboruya PDK û Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêrîya polîtboruya YNK û Dilêr Seyid Mecîd endamê polîtboruya YNK amade bûne.

 

Şanda hevbeşa PDK û YNK ji alîyê Newşîrwan Mistefa rêkxerê giştîyê tevegera Goran ve hate pêşwazîkirin . Ji alîyê Goran ve jî Mistefa Seyid Qadir û Aram Şêx Muhemed di kombûna îro de amade bûne.

 

Berî kombûnê jî peyvdarê tevgera Goran Heme Tofîq Rehîm di bêjedanekê de ji PNA re ragihandibû, ku "Ez di destpêkê de agahdarî encmadana evê kombûna îro nebûm, lê ev kombûn îro demjimrê 4 ê êvarê dê li baregehê serekîyê Goran li Silêmanîyê bihê sazkirin."

 

Nûçeyên têkildar