25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û şêwirmendê wezîrê derveyê Emerîka rewşa siyasiya Iraqê nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Duhî yekşem 07.04.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Wezareta Derveya Emerîka ya bi Serokayetiya Bret McGurk Şêwirmendê Serekiyê Wezîrê Derveyê Emerîkayê kir.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi eşkere helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser kêşe û qeyranên niha ya Iraq û beşdariya Herêma Kurdistanê li pêvajoya siyasî de ji bo şanda mîhvan şîrove kir û tekez li ser zerûreta karkirina bi prensîpa şeraket û tewafiq û hevsengiya li Iraqê da kir.

Li vê civînê de Serok Barzanî li ber girtina hengavên kiryariyên ji bo çarekirina kêşeyên Iraqê ya ji aliyê Hikûmeta Iraqî ve bi destpêkekî guncaw zanî. Li beranber de Bret McGurk piştî axaftina li ser pêvajoya niha ya Iraqê bi tevahî piştgîriya Emerîkayê ji bo prensîpên şeraketa li hukim ya bi wî awayî ku li destûra Iraq û peymana Hewlêr ya sala 2010 hatibû mohrkirin be dûpatkir

 

Nûçeyên têkildar