Hejmara qûrbaniyên Şêxmeqsûdê gihişte 15’an û birîndar bi dehane

Heleb-KDP.info/ Hejmara kesên ku di encama bombebarana balafirên şer a li hemberdî Taxa Şêxmeqsud de jiyana xwe ji dest dan, gihişt 15’an. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane 10 zarok jî hene.
Hêzên rejîma Baasê ku ev 8 roje li dijî Taxa Şêxmeqsud êrîşan pêk tînin, vê carê bi balefirên şer Taxa Şêxmeqsud Rojava bombebaran kirin. Li gor ajansa ANF ê di encama bombebaranê de 10 ji wan zarok bi giştî 15 welatiyan jiyan xwe jidest dan û bi dehan kes ji birîndar bûn. Di nava kesên ku jiyan xwe ji dest dane 4 zarok û jinek ji heman malbatê ne.
Cenazeyên welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane ji bo ku bêne definkirin birin Efrînê. Cenaze wê li Goristana ’’Şehîd Refîq’’ ya li Gundê Metîna werin definkirin, 2 welatiyan din jî ji ber ku şewitîne, nasnameyên wan nehatine diyarkirin




