Beşar Esed: Kurd ne mêhvanin, parçeyekî xwazayî ne

Sûriyê-KDP.info/ Di çavpêkeftinekê li gel kanal Ulusal û rojnameya Aydinlik de Beşar Esed tekez kiriye ku ber ku Kurd parçeyekî xwazayîne li vê navçeyê û ew ne mêhvanin yan koçberin belku ew bi hezaran sal li ser vê axê ne.
Li bare çareserkirina pirsa Kurd li tirkiyê de Esed got: “Em ji destpêka tevgera li nava Tirkiyê ku berya çend salan jibo çareserkirina kêşeya Kurd destpêkiribû, helwesta me vekirî û aşkira bû ew jî piştevaniya her çareseriyêkê di navbera kurd û Tirkan de bû, ji ber ku em naxwzin zêdetir xwîn li Tirkiyê birêje û ew yekî bi nîgatîv li navçeyê vedigeriya.”
Esed berdewam kir û got: “Em piştevaniya her çareseriyeke rasteqîne di vî warî de dikin, ji ber ku Kurd parçeyekî xwazayîne li vê navçeyê û ew ne mêhvanin yan koçberin belku ew bi hezaran sal li ser vê axê ne.”




