26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji bo koçberên Helebê banga alîkariyê

Çavkanî: KDP.info

Qamişlo-KDP.info/ Komîteya Alîkariya Mirovî ya Desteya Bilind bang li saziyên mirovî, rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî kir ku destên alîkariyê dirêjî koçberên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di encama êrîşên rejîma Baasê koçber bûne bikin.

Komîteya Mirovî ya Desteya Bilind a Kurd bi daxuyaniyekê bang li saziyên mirovî, rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî û Netewên Yekbûyî kir ku destên alîkariyê dirêjî welatiyên ji ber êrîşên rêjîma Suriyê yên li ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd koçber bûne bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ev hefteyeke ji aliyê hêzên Rêjîma Suriyê ve tên topbarankirin. Ji ber topbaranê bi hezaran kes ji van taxan ber bi Kobanê û Efrînê ve koçber bûne. Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd bûne herêmên wêrankirî, bi sed hezaran kes koçber bûne. Ji bo ku karesatek mirovî ya ji ber kêmbûna madeyên xwarin, derman, madeyên sotemeniyê û cihêmayînê çênebe. Di daxuyaniyê de Komîteya Mirovî ya Desteya Bilind bang li saziyên mirovî, rêxistinên mafê mirovan yên navnetewî û Netewên Yekbûyî kir ku bi awayekî lezgîn pêdawîstiyên wek kon, xwarin û derman bigihîne koçberan.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Tirkiyeyê hate kirin ku rêya alîkariya mirovahî veke û da zanîn ku‘’Ji ber zehmete ku alîkarî di herêmên din yên welat bigihijînin koçberan re em bang li Hikûmeta Tirk dikin

Nûçeyên têkildar