Îspaniya amdeye ligel Herêma Kurdistanê alîkarê be

Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bi serokatiya Kameran Ehmed wezîrê avadankirinê, Duhî li Madrîdê paytexta Îspaniyayê digel Refael Katala sekreterê dewleta Îspaniyayê bo karûbarên geşepêdan û infrastrukturayê civiya.
Di civînê de ku, hijmareke berprisên îdareya Îspaniayê amade bûn, sekreterê dewleta Îspaniyayê bo karûbarên geşepêdan û infrastrukturayê behsa tecrûbeya welatê xwe ya di warê binyatdanana jêrxaniya welêt da kir.
Sekreterê dewleta Îspaniayê got jî ku, di warê çêkirina rê, pir, xetên şemendefirê û avakirina xaniyan de şarezayî û pisporiyeke zengîn heye û di van waran de Îspaniya dikare alîkariya herêma Kurdistanê.
Her du alîyan li hev kir ku, di paşerojê de hevahengiyeke pêwîst bikin û karên hevbeş encam bidin û mezine kompaniyên îspaniyayî teşwîq bikin daku beşdariyê di pirosesa avadankirina Kurdistanê de bikin.
Her weha şandeya herêma Kurdistanê li Madrîdê, digel Garsiya Lîgas sekreterê dewleta Îspaniyayê bo karûbarên aborî civiya û di civînê de tekîd li ser xurtkirina têkeliyên aborî di navbera Madrîd û Hewlêrê de hat kirin.
Di civînê de her du aliyan behsa warê enerjiyê û rola Kurdistanê di dabînkirina enerjiya cihanê de kir û siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê enerjiyê de bi siyasetek baş hat wesif kirin.
Sekreterê dewleta Îspaniyayê bo karûbarên aborî serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Îspaniyayê bi destpêka bihêzkirina têkeliyan wesif kir û got ku, Kurdistan mînakeke serkeftî a hukimdariyê ye li deverê û di warê aborî û bazirganî de gelek pêşkeftî ye û Îspaniay jî amadeye bi şarezayî û tecrûbeya xwe ve beşdariyê di avadankirina Kurdistanê de bike.




