25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şandeka PDK û YNKê Serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Li Hewlêrê heyeteke hevbeş ya her du mekteb siyasiyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê serdana Emîrê komela îslamî û mekteb siyasiya komela îslamiya Kurdistanê kir.

Di hevdîtineke de rewşa niha ya Kurdistan û kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin.

 

Di beşeke din ya vê civîna han de behsa hilbijartinên Parlemento û hilbijartinên Parêzgehên Kurdistanê jî hate kirin û tekez li ser saz kirina wan hilbijartinan di dema xwe ya diyar kirî de hate kirin.

Di derbarê hilbijartinên Serokê Kurdistanê de jî heyeta PDK û YNKê diyar kirin ku, ev meseleya han pêwîstiya xwe bi lihev hatina aliyên siyasî û demeke goncaw bo giftûgo kirinê heye.

 Li hember de jî komeleya îslamiya Kurdistanê piştgîriya vê yekê kir ku, hilbijatinên Parêzgeh û Parlementoya Kurdistanê di dema xwe ya diyar kirî de werin encamdan.

 Di derbarê pêşniyara PDK û YNKê de jî komeleya îslamiya Kurdistanê diyar kir ku, pêdeviya me bi giftûgoyeke berfire di vê warî de heye. Jêder KTV

 

Nûçeyên têkildar