26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ragehandina Emerîka: Iraqê dibe sê parçe û kurd jî razî ne

Çavkanî: KDP.info

Rojnama Waşnton post û çendîn rojname û kovarên Emerîkî behsa piroja dabeşbûna Iraqê dikin û dibêjin êdî berpirsên Emerîka gehiştine wê baweriyê heke wesa nebe dê rewşa Iraqê ziyaneka mezin gehîne Emerîka û herwesa Kurdên Iraqê jî ji wê yekê razî ne.


Rojnama Waşnton post ya Emerîkî û çendên rojname û kovarên dî yên Emerîkî diyar dikin ku piştî vekolînên berfireh ku ji aliyê berpirsên Emerîkî li Iraqê hatinekirin bo wan aşikira bûye ku di rastî da Iraq hatî ye parçekirin, çunku encamên helbijartinên borî aşikira kirî ye Iraq di piraktîkê de hatî ye parçekirin û ew qeyiranên piştî avabûna hikûmeta Malikî li Iraqê jî rû dane hemû wê rastiyê nîşa diden ku êdî behs kirina ji Iraqeka yekgirtî çi wateya xwe nîne.


Di berdewamiya raportê rojnama Waşnton post da hatî ye ku rewşa Iraqê ya niha rê bo wê yekê xuş dike Êran û welatên dî yên cîranên Iraqê li gor berjewendiya xwe destêwerdanê da rewşa Iraqê da bikin û niha Malikî bi temamî fermanên Êranê bicih dihînît û ji ber wê yekê qeyirana niha dest pê kirî ye êdî nahête çarekirin û heke rewş wesa berdewam bike û şer di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexda da dirust bibe dê ziyanên mezin gehîne berjewendiyên Emerîka û ji ber wê yekê jî parçebûna Iraqê li ser sê herêmên cuda cuda baştirîn çareserî ye û beriya niha jî cêgirê serokê Emerîka Co Baydin çendîn caran behsê wê çareseriyê kirî ye.


Li aliyê dî di wan raportan da behsê rolê herêma Kurdistanê û paşeroja Kurdan jî hatiye kirin û hatî ye diyarkirin ku Kurdên Iraqê jî razî ne ku Iraq bibe sê parçe, çunku Kurd niha wek dewletek serderiyê li gel welatên cîranên xwe û welatên cîhanî dikin û heke Iraq parçe bibe di astê cîhanî da ew delîve bo wan xweştir dibe da bişên wek dewletek serbixwe bizavê bikin û çendîn salin kurdan berhevî bo wê yekê kirî ye û karê kompaniyên mezin li herêma Kurdistanê û pêşveçûnên abûrî jî piştevaniya herî bihêze bo wê piroja kurdan

 

Nûçeyên têkildar