26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê li gel lîjneya gelalekirina helwesta Herêmê ya di derbarê kêşeyên di navbera Bexda û Herêmê civiya

Çavkanî: KDP.info

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê  pênçşem 04/04/2013 li gel lîjneya gelalekirina helwesta Herêmê ya di derbarê kêşeyên di navbera Bexda û Herêmê civiya.

Li civînê de lîjneya gelalekirina helwestê encama civîna xwe ya li gel şanda Hevpeymaniya Nîştimanî xisterû ku doh çarşem serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Her wiha behsa encama civîna di navbera nûnerên Herêm û wan şandên siyasiyên din jî kirin ku li vê dawiyê de serdana Kurdistanê kiribûn.

Li civînê de dakokî li ser girîngiya pabendbûna bi prensîpa diyalogê kirin û çendîn rasparde jî wergirtin ku li civîna pêş de Serok Barzanî li gel nûnerên Fraksiyonên Kurdistaniyan li Hikûmeta Federal û Encumena Nûnerên Iraqê dixin berbehs.

Nûçeyên têkildar